ŞANDEKE ENKSê SERDANA SEROKÊ ŞEPÊLA SIBE ŞÊX AHMED ELCERBA KIR.
Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd serdana Serokê Şepêla Sibe Şêx Ahmed Elcerba kir.
Di roja pêncşemê 16.1.2025,an de, şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd bi serokatiya birêz Mihemed Îsmaîl Serokê Encumenê serdana Şêx Ahmed Elcerba Serokê Şepêla Sibe kir.
Ev ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya li ser qada Sûriyê û herêmê, bi giştî, piştî rûxandina rêjîma Bahsî.
Her wiha her du aliyan li ser paşeroja Sûriyê û navçeyê û rewşa Eniya Aştî û Azadiyê di heyama bê de piştî bidawîhatina serdema Esed û cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 gotûbêj kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah