المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE ENKSê SERDANA KURDÊN PARÊZGEHA HEMAYÊ KIR.

0 85

ŞANDEKE ENKSê SERDANA KURDÊN PARÊZGEHA HEMAYÊ KIR.

 

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, serdana Kurdên parêzgeha Hemayê kir.

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi serokatiya Dr.Ebdulhekîm Beşar serdana gundên kurdan li rojavayê parêzgeha Hemayê kir û li gundê Sarmiyê bi Şêx Mihdî Elelî şêxê kurdan re li herêmê civiya.

Şêx Mihdî Elelî li ser hebûna kurdan li parêzgeha Hemayê axivî û da zanîn ku ew rêjeyek mezin ji şêniyên parêzgehê û gundên wê pêk tînin û ji van eşîrên kurdan in: Elreşwan, Elberaziye, Elseraj, Elşîşekliye, Elhadarna, Elzerkîn, Elsehadna, Elemyan, Elşemamera, Kurdên Ibrahîmû û Kurdên Yûsifû.

Şêx Mihdî Elelî amaje bi gundên kurdan li gundewarê rojavayê Hemayê kir ku ev in: Cerhîs, Sawa, Tewîl, Ebû Ribêd, Cerada û Rewda û gundên din û amaje bi wê yekê jî kir ku hemû gundên gundewarên rojavayê Hemayê kurd hene, û ew gundên têkel ên kurd, elewî û xiristiyan, an kurd, ereb û xiristiyan, an jî kurd û ereban in.

Gundên Kurdan ên li gundewarê Hemayê, li gorî Şêx Mihdî Elelî ev in: Mehrîn Elcebel, Sûweydaya Rojava, Sûweyda Rojhilat, Xirbet Elcamih, Elemarah, Elmetbeha. Elcuwêkliya, Mensaf, Um Cern, Semna, Meherdis, Um Camih’, Elhol û gundê Kurdan mala Hilal, bal kişand ser wê yekê ku hest gundên Tirkmenan hene ku xwe li herêmê girtine.

Nêzîkî çaryeka niştecihên parêzgeha Hemayê pêk tên, wî di axaftina xwe ya ji bo şanda Encumena Niştimanî ya Kurdî de, bal kişand ser hebûna nêzîkî 70.000 Kurd li Humsê hene û têkildarin bi wan re û Malbatên parêzgeha Humsê bi navên: Elo, Reşwan, Elsehdna, El-Naciyê, û bal kişand ser hebûna Kurdên sereke li Elbab, parêzgeha Helebê û parêzgeha Idlibê.

Her du aliyan Encumena Niştimanî ya Kurdî û şêxê kurdên rojavayê Hemayê li hev kirin ku serdana wan deveran bikin, ji bo ku bi hûrgilî li ser rewşa wan û çawaniya hemahengî û rêkeftinan di navbera wan û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, û her du aliyan lihevkirin.
Ji bo serdaneke hevbeş bo parêzgeha Humsê û Cebel Elekrad li parêzgeha Laziqiyê.

Xelkê gundewarên rojavayê parêzgeha Hemayê ku zarok jî di nav de hene bi kurdî diaxivin.

Hêjayî gotinê ye ku nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî serdanên meydanî bo deverên hebûna Kurdan piştî rûxana rêjîma Beşar Esed di vê mehê de dikin, ji bilî civînên siyasî ligel aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên welatan li Şamê.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.