المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA YEKEMÎN A KOÇKIRINA HELBESTVAN Û NIVÎSKARÊ KURD MEHMÛD SEBRÎ LI BAJARÊ HESEKÊ HAT VEJANDIN.

0 222

SALVEGERA YEKEMÎN A KOÇKIRINA HELBESTVAN Û NIVÎSKARÊ KURD MEHMÛD SEBRÎ LI BAJARÊ HESEKÊ HAT VEJANDIN.

 

 

Di roja pêncşemê,18/7/2024an de,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-Şaxê Hesekê salvegera yekemîn a koçkirina Nivîskar û lêkolîner Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) li navenda jinên kurdistana Sûriya, vejandin.

 

Di despêka çalakiyê de, Nivîskar Miş’elê Osman bixêrhatina amadebûyan kir û bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

 

Piştire nivîskar Şerîf Elî gotinek bi navê Yekîtiyê pêşkêş kir.

 

Her wiha bi beşdarbûna kesayetiyên ramyarî (siyasî), rewşenbîr û helbestanan çalakiya salvegerê hate xemilendin.

Helbestvanên birêz ( Ridwan Yûsif, Imran Menteş, Dilsoz Ibrahîm, Evîn Şemdîn ) çend helbest gotin.

 

Dipêre D.Şahnaz Mehmûd Sebrî gotina malbatê pêşkêş kir.

Piştre mamoste Masûmê Şikakî bi deng û awazan çalakî vejand.

Gotina dûmahiya çalakiyê Nivîskar Miş’elê Osman bidawî kir.

 

 

Hêjayî gotinêye ku Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ev berhem li pey xwe hiştin:

 

1-Nigarên kul û derdên jiyanê (helbest)1996.Z

 

2- Nerînek di terazû ya ristên Kurdî de (vekolîn)1997.Z

 

3- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem) 2000.Z

 

4- Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.Z

 

5- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê duyem)2003.Z.

 

6- Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev (beşê yekem) helbest 2006.Z

 

7- Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev (birra duyem) helbest 2007.Z

 

8- Nasnameya Kurdî li sûrya (vekolîn) 2011.Z

 

9- Cengên xaçparêzî û şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn)2013.Z

 

10- Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest)2017.

 

Wek tê zanîn Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paşî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.

 

Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, di sala 1970ê de bawernameya Lîsansê ji zangoya Şamê, beşê mafnasî û yasayê bidest xistiye.

 

Mehmûd Sebrî sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê komîta amedekar ya mihrecana Helbesta kurdî bû û hem jî endamê komîta rexnegeriya helbestan bû.

Mehmdê Sebrî li sala 1959 de tevlî partiya demokrata kurdistana Sûriyê bûye.

 

Her wiha yek ji damêzrenêrê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya bû (YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriya).

Di18.7.2023an de, li bajarê Hisiça- Rojavayê Kurdistanê di temenê 86 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.