Rojeke dîrokî ji bo hemû gelê Sûriyê.
Îro roja yekşemê 8 ê çileya pêşîn destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûryayê bi ketina “Beşar Esed”, ku bi nûçeya ketina desthilata rêjîma Esed şahî li hemû navçe û herêmên Parêzgehên Sûriyayê hatin li darxistin.
Herwiha Peykerê Hafiz Esed li Qamişlo û Hesekê û hemû navçeyên Sûriyê anîn xwar,
Tê zanîn ku di 27ê çileya pêşin şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) destpêkir û êrişî Îdlib û Helebê hate kirin.
Û bo sedema koçbarkirin û derbiderbûna sedhezaran malbat ji Efrîn û Şehbayê û ber bi navçeyên aramtir ve çûn ,
Û Heyet Tehrîr Elşam di 28ê Çileya Paşîn navenda Helebê bidestxistin.
Piştî kontrolkirina Humsê Heyet Tehrîr Elşam kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand .
Û roja 8 ê Çieya Pêşin 2024an, desthilata Beşar Elesed ket , û bû rojeke nû dîrokeke nû ji bo hemû Sûriyan.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo