ROJBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR VE HAT VEJANDIN.
1903z……2025z
Her Sal di 14ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.
Di roja Înyê 14.3.2025an katijmêr 8ê êvarî de,bîranîna salvegera 122 saleya rojbûna Barzaniyê nemir ji aliyê xwecihiya Barzaniyê Nemir ve ya bi ser ENKSê ve,li pêşiya navenda xwecihiyê li bajarê Til Temir hat vejandin.
Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin,ji aliyê birêz Ebdela Nahmo ve,bi navê xwecihiya Barzaniyê Nemir û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî yên herêmê.
Piştre hin stran û helbestên ku dîroka têkoşîna Barzaniyê Nemir berz dikir.
Piştre axaftinek behsa rewşa sîyasî ya heyî kir, di nav de destûra demkî, rêvebirîya nû ku hemû pêkhate û neteweyên li Sûrîyê, bi taybetî gelê me yê Kurd,jê ne razîne.
Piştre beşdaran li gorî stranan dîlan lidarxistin.
Di dawiya helkeftê de, Şêranî li ser Ruhê Rêberê nemir hate belav kirin
Hêjayî gotinê ye ku rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî (1903-1979) roja çardehê Adarê li gundê Barzan ê başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna gelê Kurd a li dijî rejîmên dagîrkerên Kurdistanê de cih girtiye, ji bilî beşdarbûna şoreşên Şêx Mehmûd Elhefîd (Silêmanî 1919) û Şêx Se’îd pîran (AMD 1925).
di sala 1946an de di avakirina Komara Kurdî ya Mehabadê de di pêşengiya Hakim Mihemed de, di sala 1946an de jî pêşengiya her du şoreşên herî mezin kir.Di dîroka kurdên başûrê Kurdistanê de (Îlon û Gulan).
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah .