ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ OFÎSA JINÊ Û ZAROKATIYÊ YA BI SER XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR VE HAT VEJANDIN..
ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ OFÎSA JINÊ Û ZAROKATIYÊ YA BI SER XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR VE HAT VEJANDIN..
Di roja 8ê avdarê 2025an de,roja cîhanî ya jinê ji aliyê ofîsa Jinê û zarokatiyê ya bi ser xwecihiya Barzaniyê Nemir ve hat vejandin.
Di destpêkê de,mamoste Azad Haco bi xêrhatina hemû mêvanên beşdar kir û piştre helkeft xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir û li ser giyanên pakrewanên Jinên kurd rawestiyan bi sirûda Ey Reqîb.
Paşê axaftina Emîndariya Giştî ji aliyê xanim Jîn Ferhat Temê ve, hat xwendin.Û tê de kar û xebat û rola jina Kurd hat diyarkirin.
Piştre, ji alîyê komek zarok ve hin helbeste hatin pêşkêş kirin ku bal kişand ser rola jinê di pêşketina civakê de.
Piştre, ji alîyê komek zarok ve hin helbeste hatin pêşkêş kirin ku bal kişand ser rola jinê di pêşketina civakê de.
Û hin Stranên kurdî ên li ser jinê û stranên dîlanan jî hatin pêşkêş kirin.
Her wiha di dawiyê de, mêhvandarî li beşdaran hat belavkirin .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah