Roja şemiyê17 ê berçileyê 2022 an, Ençûmena Niştîmaniya kurdî li sûriya, roja Alaya kurdî li Qamişlo vejand .
ev yek bi amadebûna hejmarek ji xelkên bajêr û herwiha bi hazirbûna Ençûmena Niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl.
Di destpêkê de xuleke bê deng rewestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.
Û piştre gotin Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ji aliyê M. “Mihemed Ismaîl “endamê desteya serokatiya ENKSê ve hate xwendin û têde ser vê roja dîrokî roja alaya kurdistanî behiskir…
Û hêjaya were gotin ev alaya kurdî li yekem komara kurdî û bi destê nemir Qazî Mihemed li qada çarçira hate bilind kirin, ev alaya ku pêşmergeyên kurdistanê yên Qehreman bi hizaran canê xwe kirine qurban da ku Alaya me bimîna berz û bilind li ezmanên her çar parçeyên Kurdistanê û bibe sembola kurdayetiyê” .
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî