المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN:WINDABÛNA 6 WELATIYÊN SIVÎL JI BAJARÊ HESEKÊ LI SER SÎNORÊ TIRKIYÊ.

0 81

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN:WINDABÛNA 6 WELATIYÊN SIVÎL JI BAJARÊ HESEKÊ LI SER SÎNORÊ TIRKIYÊ.

Rêxistina Mafên Mirovan: Windabûna 6 welatiyên sivîl ji bajarê Hesekê li
ser sînorê Tirkiyê

Sivîlên gundewarê Hesekê li Kurdistana Sûriyê rastî çarenivîseke ne diyar tên piştî ku ji şeva Înê heta Şemiyê pêwendiya xwe bi wan re qut kirin.

Çalakvanan ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov re ragihandin ku 6 hemwelatî, di nav wan de 2 zarok, ji gundewarê Hesekê ne.Ew du roj berê winda bûn, ew dixwestin bi awayekî neqanûnî derbasî Tirkîyê bibin.

Çalakvanan amaje bi wê yekê jî kirin ku ew 6 welatiyên han şeva Înê û Şemiyê bi rêya qaçaxçiyên endamên cekdarên Ehrar Elşerqiye yên ser bi opozisyona Sûriyê ve ber bi Serê Kaniyê li nêzîkî Mebrûka ve çûne, da ku bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyê bibin.

 

Çalakvanan amaje bi wê yekê jî kirin ku ew 6 welatiyên han şeva Înê û Şemiyê bi rêya qaçaxçiyên endamên Feysel Ehrar El-Şerqiye yên ser bi opozisyona Sûriyê ve ber bi Serê Kaniyê li nêzîkî Mebrûka ve çûne, da ku bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyê bibin.

Çalakvanan berdewam kir ku têkiliya wan bi wan re qut bûye û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Di raporteke berê ya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan de, hatibû gotin ku ji destpêka îsal heta dawiya Tebaxa borî, 36 kes li ser destê hêzên parastina sînor ên Tirkiyê (Cenderme) hatine kuştin û birîndarkirin.

Ji aliyê cendirmeyan ve 13 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.