Rewşa aborî ya zehmet li Sûriyê.
Piştî ketina desthilata Beşar Esed di 8 ê Çileya Pêşîn de, bû rojeke dîrokî û nîşana azadiyê ji bo hemû gelê Sûriyê.
Ku 14 sal bûn gelê Sûriyê rastî zilm û zordariyê dihatin ji şer û kûştin , girtin, îşkencekiein.
Herwiha ji rexekî din ve di rewşeke aborî ya zehmet de derbasdibûn û rêjeya hejariyê gihişt bû 95 ji sedî, ji ber gelek sizayên aborî li ser Sûriyê hatibûn danin di dema desthilata rêjîma Esed a hilweşandî , û ev yek bû sedema buhabûna nirxê hemû kelûpel û pêdewistiyên jiyanê.
Ji vê yekê piştî ketina rêjîma Esed , roja Çarşemê 8 ê Çileya 2025an, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, ragehand, “ em li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê difikirin,
Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha anî ziman , “ku em tenê wan sizayan radikin ên ku rêyê li gehandina alîkariyên mirovî û avakriina Sûriyeyê digirin.”
Pêştir Wezareta Derve ya Almanyayê jî daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku, sizayên li ser Sûriyeyê bên sivikkirin.
Û Tê zanîn ku di 27ê çileya pêşin şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) destpêkir û êrişî Îdlib û Helebê hate kirin.
Û bo sedema koçbarkirin û derbiderbûna sedhezaran malbat ji Efrîn û Şehbayê û ber bi navçeyên aramtir ve çûn ,
Û Heyet Tehrîr Elşam di 28ê Çileya Paşîn navenda Helebê bidestxistin.
Piştî kontrolkirina Humsê Heyet Tehrîr Elşam kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand .
Û roja 8 ê Çieya Pêşin 2024an, desthilata Beşar Elesed ket , û bû rojeke nû dîrokeke nû ji bo hemû Sûriyan.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo