المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rewşa Aborî li Kurdistana Sûriyê.

0 59

Rewşa Aborî li Kurdistana Sûriyê.

Li Kurdistana Sûriyê ji bilî daketina nirxê Dolar li hemberî lêreya Sûrî , lê hîn jî nirxê kelûpelan di nava bazarê de gelekî bûhana û her tişt bi nirxekî gran tê firotin bê ku tu çavdêrî li ser wan were kirin, bê guman ev yek dibe cihê nerazîbûn hemwelatiyan.

Di derbarî vê mijarê de welatiyek ji Qamişlo ji malpera ENK_Sê re behsa rewşa di nava bazarê de kir û got: Ku piştî 13 salan ji şerê navxweyî bi awayekî rasterast hiştibû miletê Sûriyê rastî pirsgirêk û rûbirûyî jiyaneke bibandor di hemû warên jiyanê de derbas bibe, ji aliyê qeyrana aborî, birçîbûn, metirsî, bêkarî, nearamî, di encamê vê yekê de rewşa aborî bûbû sedema sereke ji hejariya welatiyan herwiha ji ber bilindbûna berdewam a Dolarên Amerîkî li beramberî lêreya Sûrî.

Lê piştî rûxandina rêjîma Esed rewş hate guhartin û nirxê dolar pir nizim bû, lê ji bilî vê yekê nirxê hemû kelûpelan nehatin guhartin û bi nirxekî bilind têne firotin weku kerestên xwarinê, cilûberg,bi giştî hemû pêdeviyên gerek yên jiyana mirov bê ku tû çavdêrî li ser wan were kirin.

Û ji aliyê xwe gotina xwe berdewam kir û got daxwaza me ku komîteya çavdêriyê çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne ji bo ku gelek malbat koçberin û xwedan rewşeke aborî hejarin û bê dahatin û pir zehmetiyan dikşînin di debara jiyana xwe ya rojana de.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.