Rewş û bûyerên cûrbicûr li Sûriyê jiyana xelkê dixe metirsiyê de.
Hejmara kuştiyan li Sûriyê Ji destpêka meha Tîrmehê ve gihiştiya 103 kesan.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan kuştina 103 kesên sivîl û leşkerî ji destpêka Tîrmeha 2024 an belge kir.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, careke din bang li aliyên navdewletî dikin ku bi cidî û berdewam kar bikin, ji bo rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê, yê ku rûbirûyê zilm û neheqiyê bûye ji bo ku bigihêje dewleteke demokrasî, azadî, û wekheviyê.
Herwiha Rewangeha Sûriyê tekezî li ser berdewamiya çavdêrîkirin û belgekirina komkujî, binpêkirin, tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê yên ku li dijî gelê Sûriyê hatine encamdan, ji bilî weşandina amarên derbarê wan û ziyanên mirovî, ji bo rawestandina berdewamiya komîsyona van tawan, binpêkirin û tawanên li dijî gelê Sûriyê, û dadgehkirina tawankarên wan bo dadgehên dewletê yên taybet were kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî