المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêjîma Sûriyê êrîşên xwe li ser gundewarên Helebê nû kir.

0 82

Rêjîma Sûriyê êrîşên xwe li ser gundewarên Helebê nû kir.

Rêjîma Sûriyê careke din bi dironên xwekuj êrîşên xwe li ser gundewarên Helebê nû kir û di encamê de zêdetirî 10 kesan birîndarbûn.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku roja dûşemê 2 Êlûna 2024an, di encama du êrîşên hêzên Rêjîma Sûriyê bi dironên xwekuj li ser gundê Kefirnûran li gundewarê Helebê 13 kesên sivîl di nav wan 3 zarok birîndar bûn .

Û herwiha li gorî jêderê ku êrîşa yekem nêzîkî demjimêra 6 ê sibeha roja duşemê bi sê firokên xwekuj taxên gund armanckirin, û sivîlek birîndarbû.

Û heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku êrîşa duyem demjimêra 9 û nîvê sibehê bi firokeyeke bê firokvan navçeyek ku dikanên bazirganiyê lê hene armanc kirin û di encamê de 12 sivîl û ji wan 3 zarok bi giranî birîndarbûn.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.