RÊJÎMA SÛRÎ SIVÎLAN LI GUNDEWARÊ IDLIBÊ BI FIROKEYÊN BÊFIROKEVAN ÊN XWEKUJÎ DIKE ARMANC
Rejîma Sûriyê sivîlan li gundewarê Idlibê bi firokeyên bêfirokevan ên xwekujî dike armanc
Di roja Pêncşemê 25ê Tîrmehê, rêjîma Sûriyê gundê Mentef li gundewarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê, bi firokeyên bêfirokevan ên xwekujî armanc kir.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê li ser rûpela xwe ya fermî ya Fêyisbûkê ragihand: “Hêzên rejîmê bi 3 firokeyên bêfirokevan ên xwekuj, maleke nişteciyan û 3 otombîlên sivîlan li gundê Mentef li gundewarê başûrê Idlibê armanc kirin.”
Parastina Sivîl teqez kir, “Tîmên me derbarê birîndarbûna sivîlan de ti agahî negirtine
Wê bi berdewamî got, “Gund rastî astengiyên li ser tevgera sivîlan û tirseke mezin a ji nûve hedefgirtinê tê.”
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah