المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan kuştina 63411 kesî di zindanên rêjîmê de belge kir.

0 69

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan kuştina 63411 kesî di zindanên rêjîmê de belge kir.

 

Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê sala 2011an de, li navçeyên di din kontrola rêjîma Sûriyê de , binpêkirinên berfireh li der heqê hemwelatiyên sivîl de hatin kirin û heta niha ev kiryarên tunnd ji kuştin , talan û wêrankirin û destdanîna ser mal û zeviyên welatiyan herwiha siyaseta revandin, girtin, ku bi hezaran sivîl li ser destê hêzên rêjîma Esed re hatine zindankirin û binçavkirin û bi dihan çarenivîsa wan winda ye û gelek ji wan di bin Îşkenceyêde jiyana xwe ji dest dan e , û ji bilî vê yekê rêjîm bi awayekî sîstematîk Îşkenceya laşî û derûnî li dijî girtiyan di girtîgehê de bikar anî û di vê çarçoveyê de ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan di raporteke xwe de kuştina “63411” sivîlan ku di bin Îşkenceyêde di zindanên rêjîma Esed de ji 105,000 belge kir..

Û herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan di vê derbarê de ragihand ku di meha Çileya Paşîn sala 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şerê Sûriyê li parêzgeha Dêrezorê 2 zarok hatin kuştin û 7 kes jî birîndarbûn.

ji ber têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike.

Tê zanîn ku di 27ê çileya pêşin şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) destpêkir û êrişî Îdlib û Helebê hate kirin.

Û Heyet Tehrîr Elşam di 28ê Çileya Paşîn navenda Helebê bidestxistin.

Piştî kontrolkirina Humsê Heyet Tehrîr Elşam kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand .

Û roja 8 ê Çieya Pêşin 2024an, desthilata Beşar Elesed ket , û bû rojeke nû dîrokeke nû ji bo hemû Sûriyan.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.