المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo…Salvegera 36emîn a koçbarkirina hunermend Mihemed Şêxo hate vejandin…

0 90

Qamişlo…Salvegera 36emîn a koçbarkirina hunermend Mihemed Şêxo hate vejandin…

Îro roja yekşemê 9ê Adara 2025an, salvegera 36emîn a koçbarkirina Hunermendê kurd Mihemed Şêxo hat vejandin bi serdana gora wî li goristana Hilêliyê ya li bajarê Qamişlo..

 

Û ev yek bi amadebûna keseyetên siyasî û nivîskar û rewşenbîrî …

Û di derbarî vê salvegerê de fatîha li ser gora wî hat xwendin û gurzên gulan jî hatin dayîn.

Û herwiha hêjaya were gotin ku Hunermendê kurd ê Navdar “Mihemed Şêxo” di nav civaka kurdî de bi hestê stranên xwe yê neteweyî û welatperêzî êş û derdên miletê xwe ji cîhanê re diyar kiribû…

 

Û herwiha Hunermend “Mihemed Şêxo ” ku di peyv û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi huneriyeke bilind anî ziman..

 

Hunermendê kurd” Mihemed Şêxo” di sala “1989 ” an de, li Qamişlo çû ber dilovaniya xwedê û ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî ve li goristana” Hilêliyê “ya bajarê Qamişlo bi axê hat spartin…

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.