المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo…Roja cîhanî ya jinê hat vejandin…

0 112

Qamişlo…Roja cîhanî ya jinê hat vejandin…

 

Ofîsa jinê û zarokatiyê ya bi ser ENKSê ve ,roja şemiyê 8ê Adara 2025an, roja cîhanî ya jinê li ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan _Sûriya ya li Qamişlo vejand..

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji cemawer û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jin û ciwanan ….

Herwiha bi beşdarbûna komên filklorî, koma Narîn û koma Xelat, û bi amadebûna hunermendê navdar Sefqan Orkêş.

Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Herwiha ahing bi çend stranan ji aliyê hunermend Sefqan û komên filklorî geş û xweş bû.

Û piştre gotina emîndariya giştî ya ENKSê, ji aliyê berpirsa ofîsa jin û zarokan xanim: Heyat Qiço ve hate xwendin û têde pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû jinan li tevaya cîhanê kir bi taybet jina kurd li herçar parçeyên kurdistanê kir û herwiha ser rola jinê û xebata wê behiskir..

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.