Ofîsa jinê û zarokatiyê ya bi ser ENKSê ve ,roja çarşemê 8ê Adara 2023an, roja cîhanî ya jinê li hola Barzanî li Qamişlo vejand..
Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jin û ciwanan ….
Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre gotina Ofîsa jinê ji aliyê xanim: Ariya Cuma ve hate xwendin û têde pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû jinan li tevaya cîhanê kir bi taybet jina kurd li herçar parçeyên kurdistanê kir û herwiha ser rola jinê û xebata wê behiskir..
Û gotina Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ji aliyê xanim” Heyat Qiço ve hate pêşkêşkirin..
Û helbestvan Bêwar Ibrahîm bi helkeftina vê boneyê helbestek pêşkêşkir û şanoyek ji aliyê koma Mîtan ve hate pêşkêşkirin..
1
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî