المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO: ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ ENKS-Ê VE HAT VEJANDIN..

0 122

QAMIŞLO: ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ ENKS-Ê VE HAT VEJANDIN..

 

Îro di roja Sêşemê 17.12.2024an de,Encûmenên xwecihî  yên   bi ser ENKSê ve(Qamişlo,Amûdê,Dirbêsiyê Tirbesipiyê û Sinceqê) roja Alaya kurdistanî li pêşiya Ofîsa ENKSê li bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriya vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna desteya serokatiya ENKSê, kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên bi ser ENKSê ve.

Di destpêkê de,mamosta Mala bi navê ENKSê bixêrhatina hemû beşdaran kir.
Û piştre xulikek bêdeng bi sirûda Ey Reqîb.hat sekinandin ji bo rêzdariya Alaya kurdistanî û pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê nemir.

Û piştre serokê ENKSê mamoste Silêman Oso bi navê ENKSê axivî û axaftina wî jî di derbarê nirxandina Alaya kurdistanî bû.

Di destpêka axaftina xwe de pîrozbahiya vê roja pîroz a rûxandina rejîma Behs li amadebûyan kir û balkişand li ser sembol û pîroziya vê alayê li çar parçeyên Kurdistanê, ev ala ku Qadî Mihemed radestî Barzanîyê nemir kir.

Oso herwiha nameya spasiyê û rêzgirtinê ji bo Serok Mesûd Barzanî re şand ku ev ala parast. Wî bal kişand ser xwîna şehîdên ku di bin vê alayê de şehîd bûne.

Oso di axavtina xwe de,bi awayekî zelalmendî pêşhatên dawî li ser rewşa Sûrî bigiştî û bi taybet ya Kurdî pîştî rûxandina rêjîma Sûrî anî ziman.

Her wiha Serokê,ENKSê,Tekez kir li ser berevaniya ENKSê ji bo hemû herêmên Kurdî û parastina mafên gelê kurd yên rewa di Sûriya Sibe rojê de.

Oso, di dawiya gotina xwe de Alaya  pîrozî li hemû gelê Kurd pîroz kir û spasiya hemû kesên beşdar kir.

Piştre gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî ji aliyê Ebdulhekîm Mihemed hat pêşkêş kirin.
Di destpêka axaftina xwe de tekez li ser wê yekê kir ku ev ala ala kurdên Kurdistanê ye û divê kurd li Sûriyê di bin vê alê de bibin yek û piştî rûxandina rêjîma Esed biçin Şamê

Herwiha Hejmarek pir ji Alaya kurdistanî û Ala şoreşa Sûrî jî hatin bilind kirin.
Û rojek pir bi nirx bû,piştî rûxandina serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.