Îro roja pêncşemê 2 / 1 /2025, desteya yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, bi amadebûna endamên desteya yasayî ya ENKSê, endamên desteya serokatiya ENKSê , kesayetên serbixwe , nûnerên civaka sivîl , encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê , rêxistinên ciwanan û jinan.
xwepêşandanek aştiyane li pêşiya baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo li dar xist.
Piştî sekinandina xuleyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û şehîdên şoreşa Sûriyê.
ji aliyê mamosta Narîn Ebdulkerîm ve hemû beşdar hatin bixêrhatin.
Piştî wê çendîn axaftin hatin pêşkêşkirin, di nav de jî gotina desteya yasayî ya ENKSê ku ji aliyê parêzer Ridwan Sîdo ve hat pêşkêşkirin,
tê de diyar kir ku armanca vê xwepêşandanê ew e ku dengê me bigihêje dezgehên berpirs li Şamê,
ji bo eşkerekirina çarenivîsa ji wendayan re, û sûcdarên ku van tawanan pêk anîne li pêşberî dadgeran bipirsin û em ê dengê xwe bigihînin qadên navneteweyî.
Axaftina yek ji xizmên qurbaniyan ji aliyê birêz Lazgîn Xelîl ve û ji aliyê birayê yek ji kesên winda ji aliyê Xanim Heyat Hemê ve hate pêşkêşkirin.
Piştî wê, nameyek ji aliyê desteya yasayî ve ya ENKSê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo hat kirin
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah