المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Piştî sê mehan Ji girtinê di zindanê PYDê de, Bêrîvan Ismaîl, Fewaz Bengo, serbest hatin berdan.

0 177

Piştî sê mehan Ji girtinê di zindanê PYDê de, Bêrîvan Ismaîl, Fewaz Bengo, serbest hatin berdan.

Îro roja Yekşemê 8ê Êlûna 2024an, Piştî sê mehan ji revandina wan ji aliyê çekdarên PYDê ve, her yek ji Bêrîvan Ismaîl, Fewaz Bengo, serbest hatin berdan.

Tê zanîn ku Bêrîvan Ismaîl , rojnemevan di xwecihiya Amûdê ya ENK_Sê, di 9 ê Hezêrana 2024an, hatibû girtin.
Û Fewaz Bengo, serkirde di Yekîtiya Demoqrata Kurdistanê de, di 9 ê Hezêrana 2024an, li Amûdê hatibû girtin .

Li Kurdistana Sûriyê girtin û revandina rojnemevan û kesayetên siyasî û çalakvanan ji aliyê çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD ê ve berdewam e.

Ku hejmarek ji rojnemevan û çalakvan û endamên partiyên bi ser Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya ve, ku heta niha di zindanên PYD ê de girtî ne, û çarenivîsa wan nediyar e.

Herwiha navê kesên hatine girtin ev in:

1-Rojnemevan: Ehmed Sofî, endamê Encûmena Herêmî ya PDK-S ê.
Cihê Revandinê,i 2 ê Nîsana 2024an.
2-Rojnemevan: Rakan Ehmed, endamê PDK-S ê,
Cihê revandinê, 29 ê Adara 2024an.
3-Hesam Dorsin, endamê partiya Gel ya Kurdistan -Sûriya
Cihê revandinê, Dêrik 1 ê Nîsana 2024an.
4-Çalakvan : Merwan Liyanî , endamê Xwecihiya Girgê Legê ya ENK-S ê.
Cihê revandinê, Girgê Legê 1 ê Nîsana 2024an.
5- Ebdulrehman Şengî, endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya.
Cihê revandinê, gundê Tebkê , gundewarê Dêrikê 6 ê Hezêrana 2024an.
Cihê revandinê: Amûdê 9 Hezêrana 2024an.
6- Fethî Serhan Gedo: endamê desteya şêwermendiyê ya Partiya Yekîtiya Kurdistan-Sûriya.
Cihê revandinê, Qamişlo 15ê Hezêrana 2024an.
7- Xalid Mîro, endamê PDK-S ê.
Cihê revandinê, Dêrik 9 ê Hezêrana 2024an.

 

Ragihandina ENKSê / Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.