Îro spêdê de pêşmergekî leşkerê Roj bi navê ” Haşim Ebd-elqadir Izeddîn” jiyana xwe ji dest da dema ew û 3ê hevalê wî ji korseke fêrbûnê divegeran e malê bi Tirimbêla xwe li ser riya navbera Bajarokê Çira û Bajarikê Rûviya ku dikevine başûrê parêzgeha Duhokê , ku hersê hevalên wî birîndar bûn û gor kesên li ser bûyerê bûn ku birînê hersê Pêşmergeyên dî sivikin , lê “Haşim” oxira dawî kir .
Tê zanîn ku hejmarek mezin ji Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene , û hêviya wan ji tevgera siyasî ku delîveyê vekin ji bo vegera wan û xaka Rojavayê Kurdistanê biparêzin wekî ku xala Başûrê Kurdistanê parastin û hejmarek mezin ji pakrewanan danîn ..
Ragihandina ENKS
Herêma Kurdistan .. Hewlêr