PEDERSON PÊŞWAZIYA RAKIRINA CEZAYÊN ABORÎ YÊN YEKÎTIYA EWROPA JI BO SÛRÎ KIR.
Pederson pêşwaziya rakirina cezayên aborî yên Yekîtiya Ewropayê ji bo Sûriyê kir
Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê pêşwazî li ragihandina Yekîtîya Ewropa kir ku cezayên aborî yên li ser Sûrîyê yên li sektorên sereke yên wek enerjî û bankayan rakir.
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Gêr Pederson di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X de, kêfxweşiya xwe ji bo tevgera lezgîn a Yekîtiya Ewropayê li gorî gavên berê anî ziman, û tekez li ser girîngiya biryara Yekîtiya Ewropayê ya piştgiriya gelê Sûriyê kir ku ji bo pêşerojeke aştîyane û adil ava bike.
Welatên Yekîtîya Ewropa roja Sêşemê, 20ê Gulana 2025an, destûr da ku hemî cezayên aborî yên li ser Sûrîyê werin rakirin, di hewildanekê de ku piştgirî bide başbûna Şamê piştî şerê xirab û hilweşandina rejîma Beşar Esed.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah