Îro roja yekşemê şandek ji Nûnertiya Herêma kurdistanê ya bi ser ENKSê ve bi serokatiya M, Kawa Ezîzî ” serdanda ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya li Domîz kir…
Û ev şanda ENKSê hate pêşwazîkirin ji aliyê endamê ofîsa siyasî û berpirsê rêxistina Domîz M, Mihemed Elî Ibrahîm..
M,Hacî Kalo ” endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Duhokê.
M,EbdulKerîm Mîranî ” endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Leşkerê Roj û dezgeha şehîdên kurdistana Sûriyê ..
Û di naveroka vê serdanê de her du aliyan bi giştî gotûbêj ser pêşhateyên herî dawî yên Siyasî li ser asta kurdistanî kirin, û herwiha ji rexekî din ve bi ferehî di vê serdandê de her du aliyan behsa êş û azarê milet li kurdistana Sûriyê û bi taybetî rewşa gel li herêmên Efrîn, Girê Sipî, û Serê Kaniyê anîn ziman…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî