المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÎROZBAHIYA PARTIYA YEKGIRTÛYA ISLAMÎ YA KURDISTANÎ KIR.

0 105

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÎROZBAHIYA PARTIYA YEKGIRTÛYA ISLAMÎ YA KURDISTANÎ KIR.

Nûnertiya ENKSê ya li Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera damezirandina Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî (Yekgirtû) pîrozbahî pêşkêş kir.

Şandeyek ji nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di roja Pêncşemê 6ê Sibata 2025an de,serdana navenda partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî (Yekgirtû) bi boneya salvegera 31emîn a damezrandina wê kir.

Şandeya nûnertiyê ji rêzdaran : (Cedan Elî serokê nûnertiyê, Newaf Reşîd, Raman Mele, Fadil Delî, Hesen Hesen) endamên nûnertiyê pêk dihat.

Şandeyê bi germî ji hêla rêzdar Selahedîn Mihemed Behaedîn Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî û serkirdayetiya partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, piştî ku şandeya nûnertiyê pîrozbahiyê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Yekgirtû, serkirdayetiya wê û bingehên wê kir bi boneya salvegera damezrandina wê, rewşa Kurdî li Sûriyê gotûbêj kir û tekez li ser pêwîstî ya yekgirtina rêz û axaftina siyasî ya Kurdan kir û şandeyeke danûstandinê ya hevbeş ava bike ji bo gotûbêjkirina bi rêveberiya nû ya li Şamê re li ser misogerkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyê de.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.