المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE PDK-K KIR.

0 55

NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA ŞANDEKE PDK-K KIR.

Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê pêşwaziya şandeke ji Partiya Demokrata Kurdistanî – Tirkiye kir.

Şandeyek ji Partiya Demokrata Kurdistanî _Tirkiyê di roja Duşemê 7 / 4/ 2025an de, seredana nûnertiya herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li navenda wê li Hewlêrê kir.

Şande ji her yek van birêzan pêk dihat
. Mihemed Emîn Kardaş Serokê partiyê
-Arton Rêcîbanlî, cîgirê serokê partiyê
-Hozan Kardaş, endamê encûmena partiyê.

Şande ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de,li ser rewş û nûçeyên siyasî yên nû li herêmê û bandora wan li ser rewşa Kurdistanî li herêmê,hatin gotûbêjkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.