المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ SERDANA KONSULXANEYA GIŞTÎ YA FELESTÎNÊ KIR.

0 69

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ SERDANA KONSULXANEYA GIŞTÎ YA FELESTÎNÊ KIR.

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê serdana Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Felestînê li Hewlêrê kir.

Roja duşemê 7.10.2024, şandeke Komîteya Pêwendiyan ya Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê serdana birêz Nezmî Xezûrî Konsulê Giştî yê Dewleta Felestînê li Hewlêrê kir.

Şanda nûneratiyê ji birêzan: (Cedan Elî, serokê nûneratiyê, “Raman Mela”, Seîd Hemê, “Newaf Reşîd” û Sarah Elî) endamên Komîteya Pêwendiyan pêk hatibû.

Li ser rewşa siyasî bi giştî û ya Kurdên Filistînê bi taybetî û li ser pêşketinên herî dawî yên li herêmê hate axaftin û pêşketinên siyasî yên li herêma Rojhilata Navîn cihê balkêşiyeke mezin bûn,

Bi taybetî di derbarê rewşa Kurdan û Filistînê de, di vê herêmê de dosyayên tevlihev û pirsgirêkên mezin hene ku hewceyê lêkolîneke balkêş in, ev pêşketinên ku li ser pêşeroja herêmê şewqa xwe dikin, hewceyê hewldanên herêmî û navneteweyî ne.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.