المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE ŞEPÊLA PÊŞEROJA KURDISTANA SÛRIYÊ KIR

0 124

NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE ŞEPÊLA PÊŞEROJA KURDISTANA SÛRIYÊ KIR

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê kir

Di roja yekşemê 6.10.2024’an de, nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya şandeke Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê bi serokatiya Sekreterê Şepêlê birêz Rêzan Şêxmûs û endametiya birêzan Ekrem Hisên û Nûhat Elî, li baregeha nûneratiyê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Şande, ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li ser giringiya parastin û pêşxistina Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bo berdewamkirina têkoşîna wê hat kirin, û ku bi hev re hewldan û yekrêzîkirina nêrînan dê pêgeha Encûmenê û şiyana wê ji bo bidestxistina armancên xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd zêdetir bike û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ji hemû pêkhateyan re.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.