المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERATIYA ENKSÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA DR.HEMÎD DERBENDÎ KIR.

0 71

NÛNERATIYA ENKSÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA DR.HEMÎD DERBENDÎ KIR.

Nûneratiya ENKSê ya Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Hemîd Derbendî berpirsê dosyaya Sûrî li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê kir

Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di roja Yekşemê, 2ê Sibatê 2025ê pêşwaziya Dr. Hemîd Derbendî, berpirsê dosyaya Sûriyê li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.

Ew bi germî ji hêla serok û endamên nûneratiyê ve, li navenda wê li Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Li ser rewşa siyasî ya navneteweyî û herêmî, bi taybetî li ser rewşa Kurdî, herweha li ser zehmetiyên ku penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê rûbirû ne, axaftin hatin kirin.
Û li ser çareserkirina wan bi Serokatiyê re hevkarî hate kirin.

Li ser planeka karî hevbîr bûn ku bi rayedarên peywendîdar re têkilî peyda bikin da ku çareserî peyda bikin.
Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê jî spasîya xwe ji Serok Mesûd Barzanî re ji bo piştgiriya berdewam ya doza Kurd li Sûriyê anî ziman.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.