NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA CÎGIRÊ SEROKÊ ÎTÎLAFÊ Û ENDAMEKÎ DESTEYA DANÛSTANDINAN KIR.
NÛNERATIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA CÎGIRÊ SEROKÊ ÎTÎLAFÊ Û ENDAMEKÎ DESTEYA DANÛSTANDINAN KIR.
Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Serokê Îtîlafê û endamekî desteya danûstandinan kir.
Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di roja yekşemê 8.9.2024an de, pêşwaziya Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Dr.Ebdulhekîm Beşar û Ibirahîm Biro endamekî desteya danûstandinan li baregeha nûneratiyê li Hewlêrê kir.
Li navenda wê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serok û endamên nûneratiê ve hatin pêşwazîkirin.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê bi kurtî pêşhatên siyasî yên girêdayî dosya Sûriyê, herêmî û navdewletî,her wiha birêz Ibrahîm Biro jî amaje bi pêşhatên dawî yên Desteya Danûstandinan kir.
Pişt re ji bo endamên nûneratiyê nêrînên xwe bînin ziman nîqaş hat vekirin û ji aliyê mêvanan ve hatin bersivandin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah