NÛNERATIYA ENKSê LI HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE PARTIYA SOSYALÎST A KURDISTANÎ-TURKIYÊ KIR.
Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanî – Tirkiyê kir.
Di roja sêşemê 19.11.2024,an de Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanî – Tirkiyê kir.
Şanda Partiya Sosyalîst ji rêzdar:
– Bayrim Bozîl, Serokê Partiyê
– Sîlva Bagsî û Celal Yildiz, Cîgirên Serokê Partiyê
– Mesûd Tek û Valî Golemrek, endamên şandê pêk dihat
Şande ji aliyê serok û endamên nûneratitê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Li ser rewşa siyasî bi giştî û pirsgirêka kurd bi taybetî li ser asta navneteweyî û herêmî, her wiha pêşketinên dawî û senaryoyên muhtemel ên li herêmê hatin nîqaşkirin û piştgiriya destpêşxeriya Tirkiyeyê ji bo vekirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê hate tekez kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah