المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÊZÎKÎ 430 SIVÎL LI SÛRÎ DI NÎVÊ YEKEM A ÎSAL DE HATINE KUŞTIN.

0 127

NÊZÎKÎ 430 SIVÎL LI SÛRÎ DI NÎVÊ YEKEM A ÎSAL DE HATINE KUŞTIN.

 

Nêzîkî 430 sivîl li Sûriyê di nîvê yekem a îsal de hatine kuştin

 

 

 

Tora Sûriyê ya mafên mirovan eşkere kir ku di nîvê yekem a sala 2024an de, zêdetirî 420 sivîl li Sûriyê hatine kuştin ku di nav wan de, bi dehan zarok û jin hebûn.

 

 

Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di nîvê sala 2024an de 429 sivîl li Sûriyê hatine kuştin, ji wan 65 zarok û 38 jin, li gor raporta Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, qurbanî bi vî awayî hatine belavkirin:

 

– 62 sivîl li ser destê rêjîma Sûriyê , ji wan 8 zarok û 4 jin (jinên mezin).

 

– 5 sivîl ji aliyê hêzên Rûsî ve hatin kuştin, ji wan 3 zarok û 1 jin.

 

 

– 1 jê zarok 4 sivîl ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin kuştin.

 

– 12 sivîl ji aliyê hemû aliyên Opozisyonê ya Çekdar/Artêşa Niştimanî ve hatin kuştin, di nav de 1 zarok.

 

– 18 sivîl li ser destê Heyet Tehrîr Elşam , ji wan 1 zarok û 1 jin.

 

– 35 sivîl li ser destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk , ji wan 9 zarok.

 

– 293 sivîl li ser destê aliyên din, ji wan 42 zarok û 32 jin.

 

Toreyê tekezî li ser pêwîstiya rêjîma Sûriyê kir ku operesyonên bombebarankirina bêserûber, armanckirina deverên niştecih, nexweşxane, dibistan û bazaran rawestîne, operasiyonên eşkencekirinê yên ku bûne sedema mirina bi hezaran welatiyên sûrî di hundirê navendên girtinê de rawestîne, û pabendî bi biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî bike. û qanûna leşkerî ya mirovahî

 

Herwiha pêşniyar kir ku hemû aliyên şer nexşeyên hûrgilî yên cihên ku mayin lê çandine pêşkêş bikin, nemaze cihên sivîlan yên nêzîkî civakên niştecihbûnê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.