المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA (PYK-S Û TÇK-S) DE

0 148

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA (PYK-S Û TÇK-S) DE

 

Hevdîtinek di navbera Partiya Yekîtî ya Kurdistanî -Sûriyê û Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye, 30 Tîrmeha 2024an de hat lidarxistin.

 

Şandeke ofîsa siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistaî – Sûriyê, bi serokatiya sekreterê partiyê birêz Silêman Oso, serdana baregeha Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê li bajarê Qamişlo kir.

 

Her wiha şande ji aliyê birêz Fêsel Yûsif, hevrêzkarê giştî yê tevgerê û endamên ofîsa cîbicîkar û endamên hevrêziya giştî ve hatin pêşwazî kirin.

 

 

Her du aliyan li ser xurtkirina peywendiyên dualî û pêwîstiya pêşxistina wan û pêşhatên siyasî yên dawî li navçeyê û Sûriyê û Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin.

 

Di hevdîtinê de, mijareke din ya civînê jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bû, ku tekezî li ser aktîvkirina hemû ofîs û desteyên wê kir.Her wiha diyaloga Kurdî -Kurdî jî hat gotûbêj kirin.

 

 

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtî Kurdistan û Tevgera Çaksaziya Kurdî endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ne.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.