NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA ASAYÎ …
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Îniyê, 30.8.2024an de,bi amadebûna birêz Îlyas Hemo endamê Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî û bi amadebûna piraniya endaman.
civîna xwe ya asayî lidarxistin
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre mamoste Îlyas Hemo ji aliyê Serok û endamên Encûmenê ve hat bixêrhatin
Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin hate nîqaşkirin.
Di civînê de,mamoste Ilyas behsa aktîvkirin û pêşxistina karê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û berdewamkirina têkoşînê kir.
Her wiha destwerdan û pirsiyar ji aliyê amadebûyan ve hatin kirin û çendîn pêşniyar jî ji aliyê endaman ve hatin kirin.
Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.Herwiha civat li ser diyalga Kurdî – Kurdî rawestiya.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.