المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..

0 58

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..

Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna piraniya endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di 31/10/2024an de lidarxistin.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin

Di rewşa siyasî de:Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li qada navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Bi taybetî behsa binpêkirinên ku ji aliyê komên çekdar ve li Efrînê tên kirin, bi taybetî komên çete yên bi navê “Emşat” û “Hemzat” .

Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.

Wî her wiha daxwaz kir ku pabendbûna bi bûyer û çalakiyên civakî û kirina bêtir kar ji bo pêşxistina xwecihiyê.Û tekezî bi Pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.