NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna hemû endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di 23/9/2024an de lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Di rewşa siyasî de:Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li qada navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Bi taybetî behsa binpêkirinên ku ji aliyê komên çekdar ve li Efrînê tên kirin, bi taybetî komên çete yên bi navê “Emşat” û “Hemzat” ku herî dawî li gundê Kaxirê bû.
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Nezîr Ebdulrehman ve, hate nîqaşkirin.
Wî her wiha daxwaz kir ku pabendbûna bi bûyer û çalakiyên civakî û kirina bêtir kar ji bo pêşxistina xwecihiyê.Û tekezî bi Pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah