المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..

0 135

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..

 

 

Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna hemû endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya heyva Hizêranê ya asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin

 

 

Di rewşa siyasî de:Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li qada navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin, û şewitandina ofîsên partiyên Encûmenê û revandina endam û alîgirên partiyên Encûmenê ji aliyê çekdarên PYDê ve bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

 

Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin û tê de tekezî li ser pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurdî li hundir û derve hat kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.