NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,bi amadebûna hemû endamên xwecihiyê,li bajarê Til Temir civîna xwe ya heyva Tîrmehê ya asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Di rewşa siyasî de:Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li qada navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Bi taybetî jî nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê û axaftinên li ser destpêkirina diyaloga kurdî-kurdî hatin gotûbêjkirin.
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin û tê de tekezî li ser pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurdî li hundir û derve hat kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah