NAVEROKA CIVÎNA GRÎNENDEYA ROJAVA Û ROJHILAT YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.
Gerînendeya Rojava û Rojhilat ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Şemiyê 8/2/2025an de,li bajarê Qamişlo li darxistin .
Herwiha bi amadebûna serokê ENKSê mamoste Mihemed Ismaîl, Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza û endamên Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.
Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.
Paşê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatin wergirtin ji aliyê serokên encûmenên xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.
Di dawiyê de,rewşa siyasî, mamoste Mihemed Îsmaîl behsa vê qonaxê kir piştî hilweşîna rêjîma Esed a despotîk, avakirina desthilatên nû li Şamê, vekişîna Encûmenê ji Itîlafê piştî rewşa nû li Sûriyê ji amadekirina destûreke nû, hilbijartinên nû û hikûmeteke nû
Her wiha mamoste Mihemed Îsmaîl bal kişand ser girîngiya diyaloga kurdî-kurdî, girîngiya avakirina şandeyeke hevbeş a kurd ku biçin Şamê û mafên neteweyî yên gelê me di destûra nû ya Sûriyê de misoger bikin.
Her wiha ji aliyê serokên Encûmenên xwecihî ve jî destwerdan hatin kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah