المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERTIYA EWROPA YA ENKSÊ.

0 90

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERTIYA EWROPA YA ENKSÊ.

Nûnertiya Ewrûpayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî lidarxist.

Nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd civîna xwe ya asayî di 31ê Gulana 2025an de, bi amadebûna endamên nûnertiyê û bi beşdarbûna taybet a mamoste. Serhan Îsa, nûnerê ofîsa serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa azadiyê û Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Nûnerê ofîsa desteya serokatiya ENKSê behsa nûçeyên siyasî yên dawî yên li Sûriyê bi giştî û yê Kurdî bi taybetî kir û behsa hewldanên Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir ku ji bo yekgirtina rêza Kurdan û avakirina şandeyeke hevbeş a Kurd ji bo danûstandinên ligel hikûmeta veguhastinê ya li Şamê.

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya bi pêşketinên siyasî yên bilez ên li Rojhilata Navîn, bi taybet li Sûriyê, kir û ji nûnertiyê xwest ku çalakiya xwe zêde bike da ku bibe balyoza Encûmena Niştimanî ya Ewropayê.

Piştî vê yekê, hat hilbijartin: EbdilKerîm Hacî wek serokê nûneratiyê, Muhemed Emîn Omer û Kendal Remo, wekî endamên ofîsa serokatiya nûneratiyê, û avakirina nivîsgehên nûnerê yên din.

Di dawiya civînê de, komek pêşniyarên rêxistinî û rêveberiyê hatin pejirandin ku armanc jê baştirkirina performansa û pêşxistina amûrên têkiliyê bi dezgehên hikûmetê li Ewropayê û civaka Kurdî re.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.