المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê.

0 168

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê.

 

Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî lidarxist

 

 

Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistanê di roja Sêşemê 2.7.2024an de, li baregeha xwe ya li Hewlêrê bi amadebûna piraniya endaman civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

 

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên şoreşa Sûriyê û şehîdên Kurdistanê bi serpereştiya bavê nemir Mistefa Barzanî dest pê kir.

 

Her wiha li ser rewşa siyasî ya li qada navdewletî û herêmî û bi taybetî rewşa kurdî û Sûriyê bi giştî gotûbêjeke berfireh hate kirin.

 

 

Di civînê de gotarek ji aliyê endamê nûnertiyê birêz Seîd Hemê ve bi sernavê (Şoreşa Sûriyê piştî 13 salan… qonaxên wê… encamên wê… serkeftin û şikestinên wê… Tevgera kurdî çi sûd kir, di dema vê şoreşê de?

 

Mamoste Hemê qonaxên şoreşê wiha parve kir:

 

1- Şoreş, destpêka wê, avakirina hevrêziyan, Encûmena Niştimanî ya Sûriyê û hikûmeta demkî.

 

2- Parçebûn û milîtarîzekirina(Çekî) şoreşê, sedemên têkçûna wê di hin xalan de wiha nirxand:

 

-Milîsên mezhebî (Îran û Rûsya)

– Lîwayên Îslamî û Îsraîl

– Derxistina şoreşê ji bo pere û berjewendiyên şexsî (kesayetî).

 

 

Piştre jî qada nîqaşa beşdaran vekir û bi mudaxaleyan dewlemend kir.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.