NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA
Hevrêziya Giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye civîna xwe ya asayî di roja Şemiyê 10.5.2025an de, li bajarê Qamişlo lidar xist û li ser mijarên ku di bernameya xwe de cih girtine piştî deqîqeyek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û azdiyê rawestiyan.
Di civatê de, pêşketinên rewşa siyasî ya Sûriyeyê piştî hilweşandina rêjîmê nîqaş kirin, û gavên yekalî yên rêveberiya nû rexne kirin, teqez kirin ku tiştên ku heta niha hatine pêşkêşkirin ji bo dewletek ku azadî û rûmeta hemû Sûrîyan misoger bike nayê avakirin.
Her wiha Hevrêziyê tekezî li ser girîngiya tevlêbûna hemû pêkhateyên Sûriyê di avakirina pêşeroja welêt de kir, hişyarî da li ser binpêkirinên ku li hin pêkhateyan dikevin û xema xwe li hundir û navneteweyî derdixe. Pêwîstiya rawestandina binpêkirin û axaftina nefretê û hesabpirsîna sûcdaran.
Di derbarê rewşa kurdî de, Hevrêziyê Konferansa Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî destkeftiyeke dîrokî ya ku di xizmeta doza Kurd de ye dibîne.Her wiha civatê hewldanên Serok Mesûd Barzanî, General Mazlûm Ebdî,Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, û hevalên gelê Kurd di piştgiriya vê rêyê de nirxand, û bang li pêngavên pratîk kir ji bo xurtkirina yekîtîya rêzê, û avakirina şandeyeke ku nûnertiya nêrîna hevbeş a Kurd bike.
Hevrêziyê herwiha banga Rêberê (PKK) Abdulah Ocalan ya ji bo têkoşîna aştîxwaz qebûl kir.
Û hevrêziyê xemgînîya xwe û sersaxîya xwe jibo mirina birêz Sirî Seriya, endamê serekî yê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gel û şandeya Emraliyê ku gelek hewl da ku demokrasî û aştîyê biparêze, anî ziman.
Di civînê de, tekezî li ser pêwîstiya amadekariyên lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Kurdî ya Pêncemîn hate kirin û
ji bo pêdiviyên qonaxa pêşîn performansa wê pêş bixe.
Di dawiya civînê de, nirxandina berfireh a helwestên siyasî û rewşa rêxistinî hate kirin, û ji bo xurtkirina kar û xebatên rêxistinî biryar û pêşniyar hatin girtin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah