المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Metirsiya Teqîna mayînên şer li Sûriyê li ser jiyana xelkê.

0 80

Metirsiya Teqîna mayînên şer li Sûriyê li ser jiyana xelkê.

 

Di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê kesek bû qurbanî û 4 jî birîndarbûn li gundewarê Dêrazor û Hemayê .

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2025an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 167 sivîl ji wan 31 zarok û 6 jin jiyana xwe ji dest dan, û 201 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 87 zarok û jinek.

Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 130 sivîl di nav wan de 24 zarok û 3 jin hatin kuştin û 136 ji wan 51 zarok û jinek birîndar bûn .

Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 10 ji wan 4 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 24 ê din birîndar bûn di nav wan de 19 zarok bûn.

Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 27 kes di nav wan de 3 zarok û 2 jin hatin kuştin û 41 kesên din ji wan 17 zarok hatin birîndarkirin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.