Merasîmên xakspartina xebatkar ” Mihemed Salih Xelîl” li Almaniya bi rêvaçû.
Îro roja pêncşemê 1 ê Tebaxa 2024an, bi amadebûna sekirtêrê Partiya Demoqrata Kurdistan_Sûriya, M, Mihemed Ismaîl” merasîmên xakspartina xebatkarê Kurd û endamê berê yê ofîsa siyasî ya PDK_Sê, Mihemed Salih Xelîl hate li darxistin.
Xebatkar “Mihemed Salih “kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer bû kar û xebata xwe de berdewam bû, û jiyana xwe di ber doza azadiya gelê xwe de dikir.
Tê zanîn ku têkoşer ” Mihemed Salih Xelîl ” roja şamiyê di 27 ê Tîrmeha 2024an, di nexweşxaneyeke Almaniya de di 71 saliya xwe de koça dawî kir ..
Û îro roja pênçşemê 1 Tebaxa 2024an, li Almaniya bi xakê hate spartin.
Ragihandina ENKSê
Raport :Hêvî Delî