المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MALBATÊN KURD ÊN KOÇBER LI EFRÎNÊ VEDIGERIN MALÊN XWE.

0 62

MALBATÊN KURD ÊN KOÇBER LI EFRÎNÊ VEDIGERIN MALÊN XWE.

Malbatên Kurd ên koçber li Efrînê vedigerin malên xwe

Neh (9 )malbatên Kurd ên aware li herêmên Şehba û Helebê vegeriyan malên xwe yên li herêma Efrînê ya Kurdistana Sûriyê.

Çalakvanê siyasî Mistefa Şêxo vegera nêzîkî 9 malbatên Kurd ji herêmên Şehba û Helebê bo malên xwe yên li gundê Dîka yê navçeya Raco ya Efrînê piştrast kir.

Şêxo destnîşan kir ku tevî çewisandinan jî leza vegera li Efrînê didome.

Di vê çarçoveyê de, awareyên ji çend navçeyên Sûriyê berdewamin ji Efrînê derdikevin û vedigerin bajar û bajarokên xwe, bi taybet li Idlib, Hums, Şam û gundewarê wê.

Hêjayî gotinê ye ku bi rûxandina rejîma Beşar Esed di 8ê Kanûna yekem 2024an de, bi hezaran kurdên koçber û penaber vegeriyan herêma Efrînê.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.