Li kampa Basrma û Biherkê alîkarî hatin dabeşkirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya pirojeya pêşkêşkirina alîkariyan ji bo penaberan berdewam e.
Di roja 7 ê mijdara 2024an, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Konsolxaneya giştî ya dewleta Imaratê li Hewlêrê û dezgeha Xêrxwazî ya Xelîfa bin Zayîd Elnehiyan , alîkariyên diravî û Cilûbergên zivistanê li ser penaberên herdu kampên Beherkê 1 û Beherkê 2 û kampa Basrma pêşkêşkirin.
Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di pêşkêşkirina alîkariyan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.
Ragihandina ENKDê
Qamişlo