Li gundewarê Minbicê jinek di encama teqîna Mayînekê de Jiyana Xwe Ji Dest da.
Di Encama Teqîna Mayîneke Şer de jinekê Jiyana Xwe Ji Dest Da.
Li parêzgeha Helebê di encama teqîna mayîneke şer de li gundê Ereb Hesen yê gundewarê Minbicê jinekê jiyana xwe ji dest da.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 120 sivîl ji wan 41 zarok û 22 jin jiyana xwe ji dest dan, û 136 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 13 jin û 65 zarok.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 100 sivîl di nav wan de 27 zarok û 21 jin hatin kuştin û 98 ji wan 12 jin û 35 zarok birîndar bûn .
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 16 ji wan 13 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 28 ê din birîndar bûn di nav wan de jinek û 22 zarok bûn.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî