Di encama teqîna mayîneke şer li gundewarê Idlibê 6 kes birîndarbû di nav wan de 2 zarok jî hebûn .
Berevaniya sivîl a Sûriyê di raporta xwe de ragihand ku hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî li navçe û gundewarên Sûriyê hene ku nîgeraniyeke mezin û metirsiyê li cem gelê Sûriyê çêdike.
Û herwiha rê li ber vegera xelkê ji bo malên xwe û karê cotkaran digire ku ji aliyê rêjîma Esed a hilweşwndî hatibûn çandin.
Li gorî Berevaniya Sivîl A Sûriyê li ser malpera xwe belav kiriye ku di roja Înê 3/1/2025 an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê li gundê Elfetîra li gundewarê Idlibê 6 kes ji yek malbatî ji wan zarokek bû birîndarbûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo