المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI GIRTÎGEHA SAYDNAYA GELEK TERMÊN KESÊN DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DANE HATIN DÎTIN.

0 221

LI GIRTÎGEHA SAYDNAYA GELEK TERMÊN KESÊN DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DANE HATIN DÎTIN.

Li girtîgeha Saydnaya gelek cenazeyên kesên di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane hatin dîtin

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku tîmên hawarçûnê çend termên welatiyên ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane, li girtîgeha Seydnaya dîtin.

Çavkaniyên herêmî gotin ku tîmên rizgarkirinê li deriyên Girtîgeha Saydnaya, “qirkirina mirovan” digeriyan, termên 15 welatiyên ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabûn dîtin.

Li gorî Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêka îsal ve hejmara kesên ku di girtîgehên rejîma Beşar Esed de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 69 kesan.

Zindana Seydnaya yek ji zindanên leşkerî yên herî zexm e di serdema Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed de ji ber kuştin û îşkenceyên bi xwîn ku çalakvanên mafên mirovan dibêjin, ew bi nasnavê “Zindana Sor” bû.

Girtîgeha Seydnaya 30 kîlometran li bakurê Şamê ye, di sala 1987an de hatiye avakirin û ji du beşan pêk tê. Beşa yekem bi navê “avahiya Sor” e û ji bo girtiyên sîyasî û sivîl e, beşa duyem jî bi navê “avahiya Spî” ye û ji bo girtiyên leşkerî ye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.