المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI EFRÎNÊ DI ENCAMA QEZAYA XENIQÎNÊ DE 2 KEÇ MIRIN Û DÊ Û BAVÊN WAN JÎ BIRÎNDAR BÛN.

0 123

LI EFRÎNÊ DI ENCAMA QEZAYA XENIQÎNÊ DE 2 KEÇ MIRIN Û DÊ Û BAVÊN WAN JÎ BIRÎNDAR BÛN.

Li Efrînê di encama qezaya xeniqînê de 2 keç mirin û dê û bavên wan jî birîndar bûn bi xeniqînê

Îro Înê 26ê Tîrmehê, li bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê, li gola Meydankê ya bajarê Efrînê, 2 xwişkên koçber xeniqîn û dê û bavên wan birîndar bûn bi rewşa xeniqînê.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê li ser rûpela xwe ya Fêyisbokê ragihand, îro danê sibê du keçên xwişk ên ku di gola Meydankê ya gundewarê Efrînê de xeniqîne, jiyana xwe ji dest dane û dê û bavên wan di dema hewldana rizgarkirina wan her du keçan de bi rewşa xeniqîne birîndar bûn.

Her wih berdewam kir,tîmên me cenazeyê yek ji wan 2 keçan wergirtin, keça duyemîn jî ji aliyê sivîlan ve li cihê bûyerê hat girtin. Tîmên me cenazeyên her du keçan rakirin û bav û dayika wan rakirin Nexweşxaneya Giştî ya bajarê Efrînê.

Di amaran de, Berevaniya Sivîl a Sûriyê eşkere kir, “Ji destpêka îsal ve heta duh 25ê Tîrmehê, nêzîkî 50 telefonên me ji bo xeniqandinê di nav avê de li bakurê rojavayê Sûriyê wergirtine.”

Wê berdewam kir, “Di dema derbasbûna tîman de termên 24 sivîlan ji nav wan 10 zarok, û tîmên karîn 21 sivîl rizgar bikin, ji wan 7 zarok û 2 jin.”

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.