المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li başûrê Rojavayê Çînê Erdhejeke bi hêz rûda ye .

0 55

Li başûrê Rojavayê Çînê Erdhejeke bi hêz rûda ye .

 

Îro roj sêşemê 7 ê Çileya 2025an, Li herêma Tîbetê ya Çînê erdhejeke bi hêza 7,1 pileyan çêbû.

Û di encama vê erdhejê de li gorî agahiyan herî kêm 200 kes canê xwe ji dest dan û 188 kes birîndarbûn û herwiha ziyan gelek gihiştin avahiyan.

Û herwiha Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyarkiriye ku erdhej danê sibehê bi dema herêma Pekînê demjimêr 09:05an rû daye.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê bajarê Xigazeyê yê Herêma Otonom a Xizangê ye û kûrahiya erdhejê 6,2 mîl e (10 kîlometre).

Ajansa Çavdêriya Erdhejan a Çînê jî destnîşan kir ku mezinahiya erdhejê 6,8 pile ye.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.